المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HELEBÊ:CIWANÊN ŞORŞGER YÊN BI SER PYDê VE ÊRÎŞÎ MERASÎMA RÊZGIRTINA XWENDEKARÊN SERKEFTÎ KIR.

0 93

HELEBÊ:CIWANÊN ŞORŞGER YÊN BI SER PYDê VE ÊRÎŞÎ MERASÎMA RÊZGIRTINA XWENDEKARÊN SERKEFTÎ KIR.

Ciwanên Şoreşger yên ser bi PYDê ve, êrîşî merasîma rêzgirtina xwendekarên serkeftî kirin ku ji aliyê Partiya Yekîtî ve li Helebê hatibû organîzekirin ya basikê Şêx Alî.

Di roja Şemiyê 7ê Îlona 2024an de, çekdarên Rêxistina Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve li bajarê Helebê êrişî ahinga xwendekaran kirin ku ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd (Yekîtî) basikê Muhyedîn Şêx Alî ve hatibû lidarxistin.

Çavkaniyên herêmî û medyayî yên bi heman rengî ragihandin ku ciwanên şoreşger êrîşî merasîma rêzgirtinê ya xwendekarên ku bawernameya dibistana amadeyî bidest xistin li hola Star Layit ya taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê kirin.

Taxa Şêxmeqsûd di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel ya bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk de ye.

Heman jêderan tekez kirin ku ew xwendekar di nava tirs û xofê de rastî gelek birîn, şikestin û birînan hatin.

Hêjayî gotinê ye ku Partiya Yekîtî her sal di dawiya her saleke xwendinê de, ahingên bi vî rengî li dar dixe û destûrê ji rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokrat werdigire.

Partiya Yekîtî di daxuyaniyekê de duh, Şemiyê, ew êriş piştrast kir û daxwaza vekirina lêkolînê kir.

Ji aliyê xwe ve, Tora Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê got ku ew êrîşa endamên Ciwanên Şoreşger ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk li ser ahingeke xwendekaran li taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê bi tundî şermezar dikin.

Wê bang li rayedarên peywendîdar kir ku tavilê li ser vê bûyerê lêkolîn bikin û sûcdaran derxînin pêşberî dadgeriyê.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.