Îro roja Yekşemê (1/10/2023) Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya pêşwaziya mêhvanan kir bi helkefta serbestberdana rojnamevan ” Barzan Husên” karmendê ragihandinê yê PDK_SÊ , li ofîsa partiyê li bajarokê Girgê Legê, yê girêdayî bajarê Dêrikê ve , li Kurdistana Sûriyê.
Tê zanîn ku Çekdarên PYDê rojnamevan Barzan Husên nêzîkî 45 rojan piştî revandina wî serbest berdan,
di heman demê de çarenivîsa endamê Encumena herêmî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê “Cinêd Seyîd Mecîd“, ku di heman rojê de ji aliyê çekdarên PYDê ve hatibû girtin, ne diyar e. .
Û Di roja 15ê Tebaxê de li Girgê Legê yê bi ser Dêrikê ve ,rojnameva Barzan Hisên ,û Cunêd Seyîd endamê komîteya herêmî ya PDK_Sê ,ji aliyê PYDê ve hatin girtin …
Ragihandina ENK_Sê
Raport: Hêvî Delî