المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ERDOGAN: WAŞINTON PIŞTGIRIYA PKKê LI BAKURÊ SÛRIYÊ DIKE.

0 67

Erdogan: Waşînton piştgiriya PKKê dike. Em li bakurê Sûriyê bi Rûsyayê re li gavên hevbeş digerin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Sêşemê got ku Tirkiyê daxwaza piştevaniya Rûsyayê kiriye û li ser avêtina gavên hevbeş ligel Rûsyayê li bakurê Sûriyê gotûbêj kirine, ku Enqera hewl dide operasyoneke bejayî pêk bîne.

Erdogan jî li Enqereyê ji rojnamevanan re got :Me piştgirî ji (Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn) xwest ku biryarên hevbeş bigirin û dibe ku em bi hev re li vir (li bakurê Sûriyeyê) gavan bavêjin û got:Tirkiye destûrê ji tu kesî naxwaze”.

Serokomarê Tirkiyê di peywendiya telefonî ya ligel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de, li gorî daxuyaniya Ofîsa Erdogan Yekşema borî, Serokomarê Tirkiyê daxwaza avakirina korîdora ewlehiyê ya 30 kîlometrî li ser sînorê Tirkiyê bi Sûriyê re kiribû.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan roja Duşemê dîsa gefên xwe yên ji bo dagirkirina bakurê Sûrîyê dubare kir û Amerîka bi piştgirîya PKKê û dayîna çekan tohmetbar kir.

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.