المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENKSê LI GIRGÊ LEGÊ BARZANÎ BI BÎR ANÎ BI HELKEFTA BÎRANÎNA 44YEMÎN SER KOÇA DAWÎ…

0 66

Encûmena xwecihiya Girgê Legê ya bi ser ENKSê ve, roja çarşemê“1” Adara “2023”an, salvegera “44” yemîn, li ser koçbarkirina Bavê giyanî yê gelê kurd “Mela Mistefa Barzanî vejand .

 

Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji milet û bi hazirbûna serkirde û nûnerên partiyên siyasî û encûmena Niştîmanî û herwiha rêxistinên sivîlan .

 

Û Di destpêkê de xulekek bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

 

Û piştre gotina Xwecihiya Girgê Legê ya Encûmena Niştîmanî kurdî li sûriya ji aliyê M,Hisên Ebdulezîz serokê Xwecihiyê ”ve hate xwendin û têde li ser dîrok û xebata Barzaniyê nemir anî ziman û axifî .

 

Û herwiha gotina Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya, ji aliyê M,(Ebdulkerîm Mihemed) ve enamê ofîsa siyasî ya PDK-Sê hate pêşkêş kirin û têde xebata bavê netewa miletê kurd nemir Mela Mistefa Barzanî anî ziman . .

 

Û herwiha helbestvan Qasim Mi’rîka serokê şaxê Girgê Legê ya YNKS hejmarek ji helbest pêşkêşkir..

 

Û herwisa hêja ye were gotin ku di “1” ê Adara sala “1979”an, Mela Mustefa Barzanî li Amerîka ji ber nexweşiyê koça dawî kir, û li bajarê ” Şino” yê Rojhilatî Kurdistanê bi axê hat spartin.

 

Û piştî reparîna Adara sala “1991”an, termê Barzaniyê nemir û kurê wî Idrîs Barzanî ji Rojhilatî Kurdistanê bo herêma kurdistanê cihê jidayîbûna Barzanî hatin veguhastin û li navçeya Barzan bi xakê hatin spartin di sala 1993an .

 

 

Ragihandina ENK-S ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.