المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENDONÎZYA:DI ENCAMA TEQÎNA VOLKANA LIWOTOBI LAKÎ-LAKÎ DE DEH KES BÛN QURBANÎ.

0 139

ENDONÎZYA:DI ENCAMA TEQÎNA VOLKANA LIWOTOBI LAKÎ-LAKÎ DE DEH KES BÛN QURBANÎ.

Di encama teqîna volkana Liwotobi Laki-Laki de deh kes mirin.

Li gorî jimareke nû ya ku ji aliyê rayedaran ve hatiye belavkirin, di encama teqîna volkanekî li rojhilatê Endonîzyayê de deh kes mirin.

Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afatê ya Endonîzyayê Abdul Meharî di civîneke çapemeniyê de got, “Hejmara qurbaniyan ji ber teqîna volkana Liwotobi-Lakî-Lakî, ku şeva Yekşemê, Duşemê sê û çarê Mijdara 2024an teqiya,bûye deh mirî.”

Li gorî Ajansa Frans-Prs, li nêzî herêma volkanê, pênc bajarok hatin valakirin, di nav de bi hezaran niştecîh.

Volkana ku bi şev gelek caran teqiya, li gorî rayedaran, li girava Florîsê ye ku di nav geştiyaran de navdar e.

Ajansê rewşa hişyariyê gihand asta herî bilind û ji geştyaran û niştecihan xwest ku di tîrêjek heft kîlometran de li dora kraterê ti çalakiyan nekin.

Endonîzya li herêma Okyanûsa Pasîfîk li ser “Zengala Agir” e, ku li wê derê kombûna lewheyên parzemînî dibe sedema çalakiyên girîng ên erdhejî û volkanîkî. Li Endonîzyayê nêzî 130 volkanên çalak hene.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.