المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENDAMÊ KONGREYA AMERÎKAYÊ:EM JI BO DABÎNKIRINA SÎSTEMÊN DIJÎ MÛŞEKÎ Û FIROKEYÊN BÊ FIROKEVAN BO KURDISTANÊ KAR DIKIN.

0 145

Endamê Kongreya Amerîkayê: Em ji bo dabînkirina sîstemên dijî mûşekî û firokeyên bê firokevan bo Kurdistanê kar dikin.

Endamekî Kongresa Amerîkayê tekez kir, ku ew kar li ser dabînkirina sîstemên dijî mûşekî û firokeyên bê firokevan bo Kurdistanê dikin daku bikaribe xwe biparêze.

Endamê Kongresa Amerîkayê Donald Bacon ji Kurdistan 24ê re ragihand, “Ew bi rijd in li ser berdewamiya piştevaniya Amerîka ji Kurdistanê re, û kar li ser projeyekê dikin ku sîstemên dijî mûşekî û firokeyên bê firokevan pêşkêşî Kurdistanê bikin, daku bikaribe xwe ji gefan biparêze.

Don Bacon ku di artêşa Amerîkayê de li Iraqê kar kiriye, herwiha got: “Di dema erkê min li Iraqê ligel Artêşa Amerîkayê de, Kurd baştirîn hevalbendên me bûn û me bi hev re kar kir û têkiliyên me yên gelekî baş bi Kurdan re hene.”

Endamê kongreyê hêviya xwe anî ziman ku Amerîka sîstemên berevaniya esmanî pêşkêşî Kurdistanê bike ji bo parastina kurdan ji êrîşên mûşekî û firokeyên bê firokevan.

Di heyama du deh salên borî de, çendîn car welatên cîran bi hincetên curbicur bi firokeyên şer, mûşek û firokeyên bê firokevan êrişî Kurdistanê kirine û serweriya Iraqê binpê kirine.

Hêjayî gotinê ye ku Donald John Bacon şêst salî ye, siyasetmedarekî Amerîkî ye, efserê leşkerî yê xanenişînkirî ye û ji sala 2017an ve endamê Kongreya Amerîkayê ye.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.