Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriya roja sêşemê 18.04.2023ê li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî li dar xist û ev yek bi amadebûna piraniya endaman pêk hat . ..
Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan Ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir . .
Û herwiha di naveroka vê civînê de çendîn mijarên siyasî û rêxistinî gotûbêj kirin..
Û di civînê de tekezî li ser giringiya şopandina biryarên encûmenê derbarê cîbicîkirina lêgerîn û bi rêyên berdest ji berpirsên komkujiya Jenderesê re, û binpêkirinên ku li dijî niştecihên wê û herêma Efrînê bi giştî ji aliyê hin grûpên çekdar ve tên kirin, şermezar kirin.
Ji rexekî din ve mijara çareserkirina kirîza Sûriyê de, û di civînê de tekezî li ser giringî û pêwîstiya çareseriyeke siyasî ya berfireh li gor biryara 2254 û çareserkirina pirsgirêka Kurd weke yek ji mijarên sereke yên welat hate kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî