المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ekrem Elmela ..Xwediyê pênûsa Azad nayê jibîrkirin.

Midyakar û siyasetmedarê kurd " Ekrem Elmela " xwediyê pênûsa zêrîn di çend û wêjaya netewî û civakî û siyasî de, û di tevgera kurdî de li kurdistana Sûriyê xebat xwe dikir, û di nivîsandin û Gotarên xwe de her tim ser êş û azarê miletê kurd tanî ziman, û bi dilsozî û rêzdarî roleke berçev û bi bîrûbaweriyeke bihêz di xizmeta doza mafê kurdan dikir, û herwiha taybetmendiyeke xwe di warê rojnamevaniyê de û di belavkirina hişmendî û nemayên aştî û resteqîniyê di nivîsandina Gotarên xwe de hebû, û ji ber geşbûn û xurtbûna pênûsa wî ya azad û zêrîn di gelek rojname û malperên kurdî de kar dikir û dinivîsand, taybet di ragihandina navendî ya PDK-Sê, û rojnameya Kurdistan de , ji bilî vê yekê jî serpirştî di gelek xulên ragihandinê de dikir û bi dihan ciwanan ber destê wî fêrî Midyaya Kurdî bûn.

0 62

Midyakar û siyasetmedarê kurd ” Ekrem Elmela ” xwediyê pênûsa zêrîn di çend û wêjaya netewî û civakî û siyasî de, û di tevgera kurdî de li kurdistana Sûriyê xebat xwe dikir, û di nivîsandin û Gotarên xwe de her tim ser êş û azarê miletê kurd tanî ziman, û bi dilsozî û rêzdarî roleke berçev û bi bîrûbaweriyeke bihêz di xizmeta doza mafê kurdan dikir,  û herwiha taybetmendiyeke xwe di warê rojnamevaniyê de û di belavkirina hişmendî û nemayên aştî û resteqîniyê di nivîsandina Gotarên xwe de hebû,  û ji ber geşbûn û xurtbûna pênûsa wî ya azad û zêrîn di gelek rojname û malperên kurdî de kar dikir û dinivîsand,  taybet di ragihandina navendî ya PDK-Sê, û  rojnameya Kurdistan de , ji bilî vê yekê jî serpirştî di gelek xulên ragihandinê de dikir û bi dihan ciwanan ber destê wî fêrî Midyaya Kurdî bûn.

 

 

Û herwiha di derbarî 4emîn salvegera koçbarkirina Midyakar “Ekrem ElMela”  ronahiyek li ser kar û xebata wî di warê Siyasî de:

 

Ku ji bilî karê rojnamevaniyê Midyakar “Elmela” di warê siyasetê de jî xwedan karîzmayeke taybet bû û kesayetekî azadîxwaz û niştîmanberwer bû, hezkiriyê dibistan netewayî û rêbaza Barzanî û kurdayetiyê bû.

 

Ku “Mela ” di ciwaniya xwe de sala 1970 an de tevlî nava refên Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya û tevgera siyasî kurdî bû,  bi moralekî geş û bi hêz di têkoşîn û xebata xwe de berdewam bû, ta kongirê “Dihan” de êdî Xebatkar “Ekram Mela ” hate hilbijartin weku endamê komîta navendî,  û piştre di konfiransa Hewlêrê ya bi ser  PDK-S ê ve , û ji bo geşbûna û xurtbûna  hestên wî yê netewî û rola wî di pêşengiya tevgera kurdî de hat hilbijartin ji bo endamtiya Destiya Rawêjkarî ya PDK_Sê, êdî ew jiyana xwe di hizir û ramanên kurdayetî yê de derbas dikir….

 

 

Û her di  ve derbarê de jî hêjaya ronahiyek ser Kurtejiyana siyasetmedar “Ekrem Mela”,di warê Jiyan de:

 

Xebatkar û nivîskarê kurd Ekram ElMela, jidayîkbûna sala 1956 an de, li gundê Til Eylûl yê ku dikeve gundewarên bajarê Derbêsiyê de,   xwendina xwe ya Seretayî û navendî li dibistanên bajarê Derbêsiyê bi dawî kir.

 

Û di Zanîngeha Helebê kolêja wêjayî beşê zimanê Ingilîzî tomar kir,  lê xwendina xwe berdewam nakir,  piştre ji hezkirina wî ji ragihandinê re wî berê xwe da welatê Yekîtiya Soviyêtê û li Zanîngeha Moskoyê de Master di başê Medyayê de bi destxist,  û piştre vegera welatê xwe bajarê Dirbêsiyê û bi dest karê rojnemevanî û siyasetê kir, herwiha “Mela” ne tenê di warê siyasî de têkoşa xwe dikir,  lê ew weku nivîskar, rewşenbîr, Mîdiyakar di nav milet de dihat naskirin .

 

Di roja 17 ê Berçilya sala 2019an, di roja Alaya Kurdistanî ya pîroz de,  Mediyakarê kurd ” Ekrem Elmela ” berê xwe dabû Şamê paytexta Sûriyê ji bo çareseriyeke pizîşkî wergire,  lê li wir rastî  kirîzeke Dil hat û di encamê de canê xwe ji dest da, û çû ber dilovaniya xwedê, êdî navê “Ekrem Elmala” bi roja Alaya Kurdistanî ya pîroz ve hate girêdan, û şopeke zelal li pey xwe hişt ku partî û hevalên wî yek ji stûnên herî giring û bi nav û deng li Kurdistana Sûriyê ji dest da.

 

Û bi merasîmeke geş ji aliyê milet û keseyetên siyasî û rewşenbîrî û hezkirî û kesûkarên wî ve , li gundê wî ” Til Elûl” li bajarê Dirbêsiyê bi Xakê hat spartin…

 

Ew Pênûsa azad û gotinên nivîsandinên wî nayên jibîrkirin, wê her di dilê  hezkiriyên Midyakarê kurd “Ekrem Mela” û di rûpelên dîrokê de zindî bimîne .

 

 

Ragihandina ENK_Sê

Raport:Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.