المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DOMÎZ: BCF SELIKÊN XWARINÊ Û KARTÊN TENDIRUSTIYÊ LI SER MALBATÊN PAKREWANA Û BIRÎNDARAN ÊN PÊŞMERGEYÊN LEŞKERÊN ROJ BELAV KIRIN

0 72

DOMÎZ: BCF SELIKÊN XWARINÊ Û KARTÊN TENDIRUSTIYÊ LI SER MALBATÊN PAKREWANA Û BIRÎNDARAN ÊN PÊŞMERGEYÊN LEŞKERÊN ROJ BELAV KIRIN

 

Domîz.. BCF selikên xwarinê û kartên tendirustiyê li ser malbatên şehîdan û û birîndaran ên pêşmergeyên Leşkrên Roj belav kirin

 

 

Di çarçoveya berdewamiya alîkariyên koçberên Kurdên Sûriyê yên li kampên Herêma Kurdistanê de, Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî alîkariyên mirovî li ser malbatên şehîdan û birîndarên hêzên Pêşmergeyên Leşkrên Roj belav kir.

 

 

Di roja yekşemê (7.4.2024) Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî li gel Dezgeha Dilsoziya Rêbaza Barzanî û Dezgeha Şehîdên Kurdistana Sûriyê li şaxê Dihokê li Herêma Kurdistanê selikên xwarinê û selikên cil û berg li ser malbatên şehîdan û birîndarên Pêşmergeyên Lêşkerên Roj li ofîsa Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya Li kampa Domîz dabeş kirin.

 

 

Herwiha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî li nexweşxaneya “Vîn” a parêzgeha Dihokê, kartên tenduristiyê bi 50% erzanî di warê dermankirin, derman, test û nexweşiyên demdirêj de dabeş kir.

 

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.