المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ:CIWANÊN ŞOREŞGER BERDEWAMIN LI SER REVANDINA ZAROKAN.

0 96

DIRBÊSIYÊ:CIWANÊN ŞOREŞGER BERDEWAMIN LI SER REVANDINA ZAROKAN.

“Ciwanên Şoreşger” zaroka “Leya Elnûh” ji bajarê Dirbêsiyê bi armanca leşkerkirina wê revandin.

Hêzên Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve, di berdewamiya siyaseta tirsandina zarokan, talankirina zarokatiya wan û avêtina wan bo kampên leşkeriya neçar li deverên ku di bin kontrola wan de ne, zaroka temen biçûk li bajarokê Dirbêsiyê revand.

Komek ji Hêzên Ciwanên Şoreşger ên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) zaroka “Leya Rakan Elnûh” li bajarê Dirbêsiyê yê Kurdistana Sûriyê ji ber deriyê mala wê revandin û bi mebesta wê veguhestin,ji bo leşkerkirina wê.

Di 2ê Îlona 2024an de, Tora Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan revandina keça 13 salî bi navê “Leya Rakan Elnûh” ji gundê Tilêlûnê li gundewarê bajarê Dirbêsiyê belge kir. , ji aliyê Ciwanên Şoreşger ên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk 27.8.2024.

Tevî hewldanên malbata wê yên lêgerîna wê jî bi ser neketin û ew birin kampên leşkerî yên necarî.

Wek tê zanîn Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî di sala 2019an de bi nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan û şerê çekdarî Vîrgîniya Gamba re planeke pabendbûnê îmze kir ku dawî li leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de bigire û nehêle leşkerkirina zarokên di bin temenê 18 salî de were bikaranîn.

Li gorî çavdêriyan Rêxistina Ciwanên Şoreşger armanc dike ku zarokên biçûk birevîne, li gorî berjewendiyên PKKê mejiyê zarokan bişon, wan ji aliyê leşkerî ve bike nav refên partiyê.

Ragihandina ENKSê

Leave A Reply

Your email address will not be published.