المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: LI SER VEXWENDINA XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER ENKSê VE XWEPÊŞANDANA PIŞTEVANIYA GELÊ EFRÎNÊ LI DIJÎ KOMÊN TEROR PÊK ANÎN.

0 73

Li ser vexwendina xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê Encûmena pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ve, di roja Çarşemê 5.4.2023’an de,katijmêr 11ê berî nîvro ji gelê Kurd li nêviyê bazara Dirbêsiyê, bi armanca piştevaniya bi serhildana gelê Efrînê, xwepêşandanek,li dijî komên çekdar yên teror ji bo şermezarkirina tawana hovane ya ku di encamê de 4 ciwanên Kurd ji malbatekê pakrewan ketin pêk anîn.

Herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên Kurdî,rêxistinên jinan û ciwanan.Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe,nûnerên civaka sivîl û cemawerekî ji bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê…..weha.

Xwepêşanderan daxwaz kirin ku Artêşa Rojhilat bikeve lîsteya terorîstan, hemû aliyên çekdar ji bajarê Efrînê, gund û derdora wê derkevin û herêmê radestî şêniyên wê yên resen bikin. Û daxwaza parastina navdewletî ji bo misogerkirina vegera awareyan bo deverên xwe û dadgehkirina dadperwerane ya tawankaran.

Di destpêkê de,hemû beşdar hatin bi xêrhatin ji aliyê mamoste Nîzamedîn Elîko ve, bi navê xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê.

Herwiha Çalakî bi xulekek bêdengî li ser giyanên pakrewanên kurd û Kurdistanê û Barzaniyê nemir û giyanê pakrewanên Cendirêsê bi sirûda netewî ya Kurdî (Ey Reqîb) dest pê kir.

Herwiha mamoste Idrîs Şêx Xelef serokê Xwecihiyê gotinek pêşkêş kir, û hevxemiya Encûmenê û gelê Kurd li Sûriyê bi têkoşîna gelê Efrînê û bi taybet malbata pakrewanên Cendirêsa birîndar li dijî neheqiyê û stemkarî ,diyar kir. û bidestanîna mafên wan yên netewî.

Herwiha Şêx Xelef,di axaftina xwe de behsa tawanên hovane yên li dijî gelê Efrînê kir û bang li civaka navdewletî kir ku Efrîn û Cindirêsê biparêzin û gelê wê vegerînin,li herêm û gundên wan.

Herwiha serokê xwecihiyê daxwazên xwepêşanderan diyar kir ku Artêşa Rojhilat bikeve lîsteya terorîstan, hemû aliyên çekdar ji bajarê Efrînê, gund û derdora wê derkevin û herêmê radestî şêniyên wê yên resen bikin. Û daxwaza parastina navdewletî ji bo misogerkirina vegera awareyan bo deverên xwe û dadgehkirina dadperwerane ya tawankaran.

Û di dawiyê de,spasiya hemû beşdaran kir.

Herwiha mamoste Merwan Îdê jî di dawiya çalakiyê de,axaftinek pêşkêş kir û di axaftina xwe de,bi tundî tawana hovane ya di şeva Newrozê de li dijî gelê Efrînê ji alyê komeke çekdar ya teror şermezar kir.

Herwiha Îdê daxwaz û bangewaziya hemû gelê Kurd û bi taybet li seranserî her çar parçeyên Kurdistanê û partiyên Kurdî kir ku xwedî li daxwazên Gelê Efrînê yên resen derkevin û piştgirê gelê xwe bin ji bo bighên mafên xwe yên rewa.

Herwih Îdê bangewaziya civata navdewletî kir ku dawî li van tawanên hovane û kiryarên xerab yên dijî gelê me yên resen bînin û tekez kir ku Efrîn,Serê Kaniyê û Girê Spî Kurdistana Sûriye ye û piştre spasiya hemû aliyên beşdar û bi taybet xwecihiya Dirbêsiyê kir li ser beşdarbûna wan û wefedariya wan .

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.