المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DI HEYVA AVDARÊ DE LI SÛRÎ ZÊDETIRÎ 100 SIVÎLAN HATINE KUŞTIN

0 105

DI HEYVA AVDARÊ DE LI SÛRÎ ZÊDETIRÎ 100 SIVÎLAN HATINE KUŞTIN.

 

Di meha Adarê de li Sûriyê zêdetirî 100 sivîl hatin kuştin

 

Tora Sûrî ya Mafên Mirov eşkere kir ku zêdetir ji 100 sivîlan li Sûriyê di meha Adarê de hatine kuştin, û berhevkirina dobelana mezintirîn sedema kuştina sivîlan e.

 

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporta xwe ya roja Duşemê (1.4.2024) de ragihand, di meha Adarê de 102 sivîl li Sûriyê hatine kuştin ku 11 zarok, 14 jin û 5 kes di bin eşkenceyê de.

 

 

Tora Sûrî ya Mafên Mirov amaje bi wê yekê kir ku bi berhevkirina berhema dobelana 58 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 3 zarok û 12 jin.

 

 

Li gor raporta toreyê:

‘ Rêjîma Sûriyê 6 welatiyên sivîl kuştin ku di nav wan de zarokek û jinek hebûn.

-Çeteyên opozisyonê 5 sivîl kuştin, di nav de zarokek.

– Çeteyên Tehrîr Elşam du sivîl kuştin.

-Hêzên Sûriya Demokratîk 9 sivîl kuştin, ji wan 3 zarok,

 

Tora Sûriyê amaje bi wê yekê jî kir, ku aliyên din 80 sivîl kuştine, ji wan 6 zarok û yek jin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.