المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DI ÇARÇOVEYA BIHÊZKIRINA BAREGEHÊN XWE DE FIROKEYÊN AMERÎKÎ LI BAREGEHA XERAB ELCÎR LI KURDISTANA SÛRÎ DADIKEVIN.

0 124

Di çarçoveya bihêzkirina baregehên xwe li Sûriyê, firokeyên barhilgir ên Amerîkî li baregeheke hevpeymaniya navdewletî li Kurdistana Sûriyê dadikevin.

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê ragihandin ku duh Sêşemê (6.2.2024) du firokeyên barhilgir ên Amerîkî li firokexaneya Xerab Elcîr li gundewarê Rimêlanê li rojhilatê bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriyê danîn.

 

Çavkaniyên medyayî tekez kirin ku balafira barhilgir çek, alavên leşkerî û lojîstîkî û madeyên din hilgirtibû, bi armanca bihêzkirina baregehên xwe yên leşkerî li herêmê.

 

Baregeha hevpeymaniya navdewletî ya li Xerab Elcîr zêdetir ji carekê bi firokeyên bê firokevan ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve hat êrîş kirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.