Dezgeha xêrxwaziya Barzanî li kampa Dareşikranê ya Penaberên Rojavayê Kurdistanê xuleke bihêzkirina zimanê Kurdî vekir.
Li gorî Dezgeha xêrxwaziya Barzanî li ser rûpela xwe ya facebookê belavkiriye :
Ku bi hevkariya The Stirling Foundation , roja 4/2/2024an, li sentera Qedrî Can ya rewşenbîrî û civakî li kampa Dareşikranê yê bi ser parêzgeha Hewlêrê ve xuleke bihêzkirina zimanê Kurdî ji bo xwendekarên pola 12 an vekir .
Û serbar kir ku 95 xwendekar têde beşdarbûn.
Hêjaya were gotin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di alîkariya penaberan û vekirina xuleyên fêrkirinê û li darxistina çalakiyan de berdewam e.
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî