Home / Uncategorized / DEZGEHA XÊRXWAZÎ YA BARZANÎ ALÎKARIYÊN XWE JI BO MEXDÛRÊN ERDHEJA EFRÎNÊ BERDEWAM DIKE.

DEZGEHA XÊRXWAZÎ YA BARZANÎ ALÎKARIYÊN XWE JI BO MEXDÛRÊN ERDHEJA EFRÎNÊ BERDEWAM DIKE.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji roja yekem a karesatê ve, alîkariyên xwe ji bo ziyanpêketiyên erdheja Efrînê berdewam dike.

Li gor raporta nehem a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, 27 hezar û 900 xwarinên hazir û 537 çadir li ser kolberan dabeş kiriye.

Alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji madeyên xwarinê, betanî, pêdiviyên pizîşkî, cil û berg, formula zarokan, ava vexwarinê, alavên avahîsaziyê, xwarina hişk û hwd.

Herwih tîma alîkariyên mirovî di çarçoveya karwanên alîkariyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, piştî karesatê di demeke rekor de gihîştin navçeyên ziyanpêketî.

Û hukûmeta herêmê dest bi kampanyayek berfereh li seranserê parêzgehan kir ji bo komkirina alîkariyan û her tiştê ku dê êş û azarên êşdar li herdu welatan sivik bike.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published.