Desteya Serokatiyê ya ENKSê li gel xwecihiya Amûdê civiya.
Di roja Şemiyê 27.1.2024an de, Şandeke desteya Serokayetiyê ya ENKSê serdana xwecihiya Amûdê kir.
Şanda Serokatiyê ji xanim Fesla Yûsif û Ebdulbarî Xelef pêkdihat
Di destpêka civînê de, ji aliyê xwecihiya Amûdê ve şande hate pêşwazîkirin û ji bo rêzgirtin ji canê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê deqeyek rêzgirtin li ser canê şehîdên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de yê Barzaniyê Nemir hate xwestin.
Piştre xanim Fesla Yûsif behsa dawîn pêşhatên siyasî yên li qada navdewletî, herêmî û navxweyî kir, bi taybetî rewşa Encûmena Niştimanî ya Kurdî û helwestên wê yên siyasî yên bingehî derbarê çareseriya siyasî li Sûriyê,li gorî biryarên navneteweyî.
Herwiha Xanim Fesla Yûsif tekezî li ser pêwîstiya kar bo aktîvkirina Encûmenê kir, bi taybetî di nava refên opozisyona Sûriyê û derve de û li ser rola encûmenên xwecihî kir .
Yûsif behsa armanckirina sazîyên girîng û binesaziya li Kurdistana Sûrîyê ji alîyê dewleta Tirk ve kir.
Ji aliyê xwe ve mamoste Ebdulbarî Xelef tekezî li ser pêwîstiya kar bo dîtina mekanîzmekê kir ku bi hev re kar bikin ji bo çalakirina Encûmena Niştimanî ya Kurdî di nav girseyan de bi awayekî berfireh.
Di dawiya civînê de, çendîn pêşniyar û daxwaz ji aliyê endamên Xwecihiya Amûdê ve pêşkêşî Serokatiya ENKSê hatin kirin .
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah