المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DESTEYA SEROKATIYA ENKSÊ BI XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ RE CIVIYA..

0 132

Di roja Pêncşemê 1ê Reşemî 2024,an de, li baregeha Encûmena Niştimanî ya li bajarê Qamişlo,Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi amadebûna serokê encûmena xwecihî birêz Mehmûd Hac Bedir û endamên encûmena xwecihî,hevdîtinek li gel encûmena xwecihî ya Serê Kaniyê ya girêdayî ENKSê li dar xist.

 

Şanda serokatiyê ji endama desteya serokatiyê xanim Fesla Yûsif û endamê ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî Îlyas Hemo pêk dihat.

 

Piştî ragirtina deqeyeke rêzgirtinê ji bo canê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê û ji bo giyanê bavê ruhanî Mela Mistefa Barzanî, amadebûyan ji aliyê endama Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd xanim Fesla Yûsif ve hatin pêşwazîkirin.

 

 

Xanim Fesla Yûsif behsa pêşhatên dawî yên di warê siyasî û kurdî de û dawîn pêşhatên navxweyî, herêmî û navdewletî kir, û li ser giringî û rola encûmenên xwecihî di bihêzkirina encumenê de, ji ber ku ew girêdana di navbera Neteweya Kurd û girseyên gelê me de pêk tînin.

 

Û pêwîstiya xebatê ji bo dîtina mîkanîzmekê ku bi hev re kar bikin ji bo zêdetir çalakkirina Encûmena Niştimanî ya Kurdî di nav girseyan de.

 

Di dawiya civînê de hin pêşniyar û daxwaz hatin pêşkêşkirin.Û

gelek destwerdan û pirs ji aliyê endamên xwecihiyê ve hatin kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.