Roja şemiyê 1ê Nîsana 2023an, bi boneya sersala nû ya Babilî Aşûrî cejna EKÎTO ahing û şahiyek li gundê Hikmiya ya bi ser navçeya Dêrikê ve li darxist…
Û herwiha di derbarî vê boneyê de şandek ji Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya û Encûmena Xwecihiya Dêrikê ya bi ser ENKSê ve, bi serokatiya M,Ebdulkerîm Mihemed endamê ofîsa siyasî,û endamên komîteya navendî M,Ebdulrehman Qasim, Hisên Silêman, û hejmarek ji endam û kadroyên partî ,beşdarî cejna EKÎTO bûn û pîrozbahiyek germ arasteyî xwişk û birayên Aşûrî û Siryan kirin…
Û herwiha ev şanda ji aliyê berpirsê Rêxistina Asûriya Demoqratîk li Dêrikê Birêz” Ebdulehed ve hatin pêşwazîkirin…
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî