المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dêrik: PDK-Sê Salvegera 10 emîn ser revandina  Xebatkar “Behzad Dorsin” semînarek li darxist

0 118

Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya salvegera 10 emîn ji revandina xebatkar ” Behzad Dorsin û Nidal Selîm ” li ofîsa PDK-Sê li bajarê Dêrikê semînarek li darxist..

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Û herwiha gotina Encûmena Xwecihiya Dêrikê ji aliyê M,Hesen Kemal” serkirdeyê Partiya Yekîtiya kurdistanî hate xwendin..

 

Û gotina partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ji aliyê M, Ebdulkerîm Mihemed ” endamê ofîsa siyasî ya PDK-Sê hate xwendin û têde ser rola xebatkar Dorsin û kar û xebata wî di tevgera siyasî kurdî de behiskir..

 

Û herwiha helbestvan ” Qasim Mirîka bi vê boneyê helbestek pêşkêşkir..

 

Û herwiha hin zaniyarî li ser dîrok û xebata Behzad Dorsin :

 

Di sala “1964 ” li bajarê Dêrikê ji daiyk bûye û xwendina xwe ya seretayî û amadayî li bajarê Dêrikê bi dawî kir,

û herwiha di sala “1980” an de, tevlî Partî bû, û piştre di rêxistina xwendekar li bajarê Hesekê de xebitî.

Û herwiha Behzad Dorsin di kongirê” 10″ emîn de yê Partî ku di Gulana “2007” an de, hat li darxistin û têde hate hilbijartin wek endamê komîta navendî ya PDK-Sê.

Û ji bo kar û xebata “Dorsin” ya neteweyî û niştîmanî hate hilbijartin ji bo endamê ofîsa Siyasî ya Partî.

Û di “26/10/2011″Xebatkar “Dorsin ” wek nûnerê Partî beşdarî konferansa Encûmena niştîmanî ya kurdî bû.

 

Û di derbarê kar û xebata” Dorsin ” gelek helwestên Partî yên rêxistinî wergirtin, û berpirsên mecilsa Herêmî ya Encûmena niştîmanî ya kurdî li sûriyê li bajarê Dêrikê wergirt.

 

Û xebatkar” Behzad Dorsin ” bi niştîmanperweriya xwe di nav gelê kurd de di hat naskirin, û ji ber karê wî yê neteweyî di “24/10/2012”, hate revandin û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.