Roja çarşemê 1ê Sibata 2023an, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya û rêxistinên jin û ciwanan serdana ofîsa partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya li bajarê Dêrikê kirin, û pîrozbahiyên germ arasteyî PDK-Sê kirin, bi boneya serbest berdana endamê komîteya navendî M,Hisên Silêman “…
Û herwiha ji aliyê serkirde û endamên PDK-Sê ve hatin pêşwazîkirin..
Û tê zanîn ku M,Hisên Silêman ” endamê komîteya navendî ya PDK.S ê ji 28/12/ 2022an , ku ji aliyê PYDê ve hatibû girtin,û roja sêşemê 31ê Çileya 2023an, di zindanê de de serbest hate berdan…
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî