المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇEKDARÊN PYDê DI DERBARÊ GIRTINA DIBISTANÊN TAYBET DE LI BAJARÊ DIRBÊSIYÊ MAMOSTEYAN NEÇAR DIKIN KU IMZEBIKIN LI SER RAWESTANDINA PERWERDÊ. 

0 51

Li gorî çavkaniyên taybet di roja Sêşemê 20.9.2022an de, komek çekdarên PYDê li bajarê Dirbêsiyê yê Kurdistana Sûriyê avêtin ser mala mamosteyekî ji bo nehêlin ew dersên taybet bide hin xwendekarên bajêr.

Ku ev yek tirs di nav xwendekarên mala mamoste de çêkirin.

Çavkanî bal kişand ser wê yekê ku çekdaran mamoste girtin û wî neçar kirin ku Imzebike li ser rawestandina perwerde kirina xwendekaran li ser prensîpê wezareta perwerdê ya Sûrî û piştî du katijmêran ji girtinê ew berdan.

Her wiha çavkanî got:”Berî çend rojan jî çekdarên PYDê şandibûn dû du mamosteyên bajarê Dirbêsiyê û bi wan Imzekirin ji bo rawestandina perwerda xwendekarên bajêr li ser prensîpê wezareta perwerdê ya Sûrî.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.