المجلس الوطني الكوردي في سوريا

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN. 2636K

0 123

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

2636K

 

Di roja pêncşemê 21ê avdarê sala 2024an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve,li gundê Dugira yê bi ser bajarê Amûdê ve hat vejandin.

 

Herwiha bi beşdarbûna hejmarek pir ji cemawerê kurd ji hemû aliyên siyasî û civakî bi taybet yên herêma bajarê Amûdê û gundewarê wê.

 

Herwiha hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê birêzan Idrîs Hac Tahir Mala Esmer ve û Piştre pirogiramê Cejna Newrozê di destpêkê de,kêlîkek bêdenge li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir bi sirûda Ey Reqîb rawestiyan.

 

 

Herwiha gotina ENKSê ji aliyê mamoste Siyamend Hesen serokê xwecihiyê ve, hat xwendin.

 

Piştre helbest û sitran û dîlan ji aliyê komên (Serxwebûn,Xunav û Sîwan) ve hatin pêşkêş kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.