المجلس الوطني الكوردي في سوريا

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA KOBANÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN. 2635K

0 84

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarê Kobanê ya bi ser ENKSê ve, li daristana Kobanê hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna hejmarek pir ji cemawerê kurd ji hemû aliyên siyasî û civakî bi taybet yên herêma bajarê Kobanê û gundewarê wê.

Herwiha hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê xwecihiyê ve û

Piştre pirogiramê Cejna Newrozê di destpêkê de,kêlîkek bêdenge li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir û pakrewanên şeva Newrozê yên Cendirêsê û qurbaniyên erdhejê yên herêmên Kurdî bi sirûda Ey Reqîb rawestiyan.

 

Herwiha gotina xwecihiyê ji aliyê serokê xwecihiyê mamoste Elî Ibrahîm hat pêşkêş kirin.Herwiha di gotina xwe de,bixêrhatina hemû beşdaran kir û piştre tawana hovane ya şeva Newrozê li Cendêris di derheqê kurdên resen ji aliyê komeke çekdar ya bi ser Tirkiyê ve û kurdên resen ji malbatekê pakrewan ketin bi tindî şermezar kir.

Pîştre helbest û sitran û dîlan hatin pêşkêş kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah..

Leave A Reply

Your email address will not be published.