المجلس الوطني الكوردي في سوريا

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN. 2635K

0 111

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,li qefa gundê Sêbîrka hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna hejmarek pir ji cemawerê kurd ji hemû aliyên siyasî û civakî bi taybet yên herêma bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê.

Herwiha hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê mamoste Nîzamedîn Elîko û
Piştre pirogiramê Cejna Newrozê di destpêkê de,kêlîkek bêdenge li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir û pakrewanên şeva Newrozê yên Cendirêsê û qurbaniyên erdhejê yên herêmên Kurdî bi sirûda Ey Reqîb rawestiyan.

Herwiha serokê xwecihiyê birêz Idrîs Şêx Xelef bixêrhatina hemû beşdaran kir û piştre tawana hovane ya şeva Newrozê li Cendêris di derheqê kurdên resen ji aliyê komeke çekdar ya bi ser Tirkiyê ve û çar kurdên resen ji malbatekê pakrewan ketin bi tindî şermezar kir.

Herwiha gotina emîndariya giştî ya ENKSê ji aliyê birêz Mihemed Nasir ve, hat xwendin.

Pîştre helbest û sitran hatin pêşkêş kirin.

Di dawiyê de,cemawerê beşdar cejn bi dîlana Kurmancî ya kîkî ya resen bi kêf û xweşî bidawîkirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah..

Leave A Reply

Your email address will not be published.