المجلس الوطني الكوردي في سوريا

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ HER DU XWECIHIYÊN HESEKÊ YA ROJAVA Û ROJHILAT VE HAT VEJANDIN.

0 175

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ HER DU XWECIHIYÊN HESEKÊ YA ROJAVA Û ROJHILAT VE HAT VEJANDIN.

2636K

Di roja pêncşemê 21ê avdarê sala 2024an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji aliyê her du xwecihiyên Hesekê yên bi ser ENKSê ve,li gundê Til Fendî hat vejandin.

 

Herwiha bi beşdarbûna hejmarek pir ji cemawerê kurd ji hemû aliyên siyasî û civakî bi taybet yên herêma bajarê Hesekê û gundewarê wê.

Herwiha bi beşdarbûna cemawerên xwecihiya Til Temir û xwecihiya Ebû Rasên jî li ser vexwendina wan.

 

Herwiha hemû beşdar hatin bixêrhatin û Piştre pirogiramê Cejna Newrozê di destpêkê de,kêlîkek bêdenge li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir û bi sirûda Ey Reqîb rawestiyan.

 

Herwiha pirogramê newrozê ji aliyê Mamosta Mehabad Xelîl û mamosta Evîn hat pêşkêş kirin.

 

Herwiha peyama Newrozê ya ENKSê ji aliyê mamoste Ferhad Şêxo ve, hat xwendin.

Piştre helbestek ji aliyê mamoste Imran Munteş ve hat pêşkêşkirin û hin stran û helbestên din jî hatin pêşkêşkirin,mina Bavê Reşo û ji bilî wî jî.

 

Piştre hunermend Masûm Şekakî hin ji stranan pêşkêş kir, beşên dîlan yên filklorî bi awazên wî hatin pêşkêşkirin.

Herwiha hin dîlanên filiklorî ji aliyê koma Mîtan ve hatin pêşkêş kirin.

 

Di dawiyê de,cemawerê beşdar cejn bi dîlana Kurmancî ya resen bi kêf û xweşî bidawîkirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.