المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Çaremîn salvegera Êrîşa Tirkiyê ser Bajarê Serê Kaniyê û Girê Sipî de derbas dibe..

0 169

4sal ji koçbarkirin û dagîrkirina her du navçeyên kurdî ” Serê kaniyê û Girê Sipî” berdewam e..

 

Ku di 9ê Cotmeha 2019an de , rojeke bi êş û xemgînî ser welatiyên Serê Kaniyê û Girê Sipî de derbas bû ji ber êrîşkirina hêzên artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar yên bi ser wê ve ku bi şer û tank û Topan êrîşî her du bajaran kirin…

 

 

 

Û herwiha di encama vî şerî de kuştin û revandin û koçbarkirin li derheqê welatiyên sivîl de hatin kirin…

 

 

 

Û ji rexekî dî ve şêniyên resen yên her du bajaran bi dilgiranî neçar bûn ji navçeyên xwe koçber bibin û berê xwe bidin bajarên aram yên kurdistana Sûriyê û beşek ji penaberî başûrê kurdistanê bûn ….

 

Û herwiha tê zanîn ku tevî jiyana zehmet û kiryarên xirab ji aliyên girûpên çekdar ve li ser bajarên kurdan lê ev yek nabe kelem li pêşiya Viyan û hezkirin û berxwedan û hêviya welatiyan ku bi zûtirîn dem de hemû bajarê kurdan li kurdistana Sûriyê rizgar bibe û hemû koçber li ser ax û milk û malên xwe vegerin û jiyaneke azad û serfirazî li welatê xwe de bijîn..

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

 

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.