المجلس الوطني الكوردي في سوريا

CARA YEKEM HÊZÊN RÛSÎ PIŞTÎ BICIHBÛNA WAN LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ BÛN ARMANC.

0 153

CARA YEKEM HÊZÊN RÛSÎ PIŞTÎ BICIHBÛNA WAN LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ BÛN ARMANC.

 

 

Hêzên Rûsî cara yekem piştî bicihbûna wan li başûrê Sûriyê bûn armanc

 

 

Teqînek di otombîleke leşkerî de, ku endamên hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên Rûsî têde bûn teqiya, di yekem armanckirina hêzên Rûsî piştî bicihbûna wan li başûrê Sûriyê.

 

 

Li gorî çavkaniyên medyayî, di encama teqîna otombîleke leşkerî ya hêzên rejîma Sûriyê û hêzên Rûsî li ser rêya Camûsiyê-Ebû Xara li gundewarê başûrê Quneytra li Sûriyê, du endam birîndar bûn.

 

 

Hêzên Rûsî di nîvê Gulanê de careke din derbasî Quneyterê bûn, piştî tundbûna bombebarana Israîlî li ser çeperên milîsên Îranî û Hizbe lahê li herêmê, û armanckirina Colanê bi mûşekan ji xaka Sûriyê ji wan hat derxistin.

 

 

Hejmara xalên Rûsî gihişte zêdetirî deh xalan, ku hêzên Rûsî di nav wan de cih digirin û kar dikin ji bo şopandina xeta agirbestê li Colanê û sînordarkirina aloziya li herêmê pêk tê.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.