BALAFIRÊN LEŞKERÎ YÊN AMERÎKÎ XWARIN GIHANDIN KAMPA RUKBAN.
Balafirên leşkerî yên Amerîkî keresteyên xwarinê digihînin awareyên kampa Rukban
Rêxistina Hawarçûnê ya Sûriyê di van du rojên borî de bi rêya firokeyên leşkerî yên Amerîkî keresteyên xwarinê ji awareyên kampa Rukban re anîn.
Rêvebirê Rêxistinê Mûhaz Mistefa got ku di nav alîkariyên xwarinê de ard, savar, nîsk û rûn hatine belavkirin û da zanîn ku xebatên belavkirinê heta êvara sêşema borî berdewam bûn.
Rêxistinê alîkariyên xwarinê gihandin komîteyên kampê da ku li 1800 malbatan bên belavkirin. Xwarina her malbatekê ev bû: 6 kg ard, 700 gram savar, 6 yekîn lûk, 700 gram, du nîsk, 700 gram. û sê lître rûnê gulberojê, 750 gram xwê, û 125 gram hevîrtirşk.
Li gorî rêxistinê, wê keresteyên xwarinê ji kampê re anîne di hewlekê de ji bo şikandina dorpêça ku ji aliyê rêjîma Sûriyê û Rûsyayê ve li ser kampa Rukban hatiye ferzkirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah