Weke tê zanîn kovara “Hawar” ya ku di 15ê gulana sala 1932an de, ji aliyê
Mîr Celadet Bedirxan ve hat weşandin bi tîpên latînî yên kurdî , li paytexta Sûriyê li Şamê , Hêjaye ku mirov di vê roja pîroz de, nirx û giringiya zimanê xwe nasbike . Ji ber ku ziman nasnameya gelan e , wek ku dihat diyarkirin, zimanê Kurdî qedexe bû ji hêla welatên dagirkerên Kurdistanê ,
Yên ku dixwestin bi hemû karên xerab û stemkariyê Neteweya Kurdî di nava xwe de bihelînin, bi taybet armanca wan ew bû ku zimanê Kurdî tune bikin ji ber ku Ziman Bingeha serekî ye ji çi miletî re ,
Lê belê gelê kurd bi berxwedana xwe , li hember hemû astengiyan vîna xwe da diyarkirin, û hebûna zimanê xwe parastin, Ji bo ku zimanê wan nekeve rêza zimanên mirî , yên weke : Sumerî, Babilî, Akadî ,Hîtîlî …. hwd.
Û ji ber vê yekê de bi hezaran welatiyên Kurd bace dan û hatin bin çav kirin û eşkencekirin, ji hêla êlên desthilatdar, Ji bo parastina zimanê Kurdî, Ji ber vê yekê ji mafê her mirovekî an civakekê bi zimanê xwe biaxive, bixwîne û binivîse. Ziman xwedî peywere û peywera xwe bi cih tîne, Herwiha bandoreke mayînde di nava civakê de dilîze, Ji ber vê yekê ziman ne malê partiyekê ye û ne malê saziyekê ye,malê gel bi xwe ye heya gel bijî wê zimanê wî jî bijî,
Lewra di vê rêzgirtin ji hemû zimanên cîhanê re were girtin, Lê di vê dema ku em tê de ne,li seranserî her çar perçeyên Kurdistanê,cihê serfiraziyê ye ku hejmarên pir mezin ji kovaran û pirtûkan bi zimanê dayikê hatine çapkirin û weşandin , ji bilî Alavên Ragihandinê û Rêbazên xwendinê bi taybetî li Başûrê Kursiatanê.
Li gorî şopandina min,li ser kar û xebata nivîskarên zimanê dayikê li seranserî Cîhanê daxwazek hevbeş tê xuyakirin,ku roja 15ê gulanê bibe roja zimanê dayikê, li seranserî kurdên cîhanê.
Ji ber ku rojek bi nirx û navnîşan e, û divê di vê rojê de,kar û xebatên balkêş bên diyarkirin di derbarê zimanê dayikê de, û kovara Hawar bibe lêvegerek bingehîn ji bo tîpên latînî yên zimanê kurdî.
Di dawî de hezar dilovanî li giyanê
Mîr Celadet Bedirxan be, û serkeftin be ji hemû pênûsên azad re,yê zimanê dayikê.
Nivîskar : Elî Fetah