المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Binpêkirin û birîna daran li Efrînê berdewam in

0 108

 Operasyonên birîna darên zeytûnan û binpêkirinên li derheqê gelê Efrîna Rojavayê Kurdistanê têne kirin û destdanîna ser mal û milkên welatiyan ji aliyê girûpên çekdar ve berdewam in, herî dawî bi dehan darên biber hatine birîn .

 

Di vê derbarî de li gorî jêderên xwecihî ku 30 darên biber ji kok ve li gundê Keverdila yê bi ser navçeya Cindêrsê ve ye û ku di bin kontirola girûba Elhemzat de hatin birîn.

 

 

Û heman jêderê tekez kir ku operasiyonên birîna daran li Efrîna Rojavayê Kurdistanê armanc jê ji bo daran bikine êzink û bifroşin bazirganiyan ku nirxê yek ton darên zeytûna digihêje 150 dolarên Emerîkî .

 

 

 

Û li gorî rêxistinên ku ji bo belgekirina binpêkirinên li Efrînê kar dikin , ji adara 2018an ve zêdetirî melyon û nîvek dar hatine birîn.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.