Home / Uncategorized / BI MÛŞEKAN BAREGEHEKE AMERÎKÎ LI DÊREZORÊ HAT BOMBEBARAN KIRIN

BI MÛŞEKAN BAREGEHEKE AMERÎKÎ LI DÊREZORÊ HAT BOMBEBARAN KIRIN

Êvariya roja Duşemê, baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî li Dêra Zorê ya rojhilatê Sûriyê ji aliyê milîsên Îranê ve hat bombebarankirin.

Herwiha li gorî zaniyariyan Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku baregeha Hevpeymaniya Navdewletî li kolgeha gaza konîko li gundewarê bakurê Dêrezorê bi 3 mûşekan ji aliyê milîsên Îranê ve hat bombebarankirin, ku di encamê de stûnên dûmanê bilind bûn û agir pê ket, bêyî ku agahî derbarê ziyanan bên diyar kirin

Herwiha Çavkaniyan bal kişandin ser vê yekê ku helîkopter û balefirên çavdêriyê yên Amerîkayê bi tundî li esmanên derdora wê kolgeha gazê digeriyan.

 

Heman jêderan tekez kirin ku balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî hejmarek cih li derdora bajarê Dêra Zorê li nêzîkî bajarokên Hatla û Xeşam kirin armanc, tê texmînkirin ku mûşekên avêjer kirine armanc.

 

Ji aliyê xwe ve, berpirsekî Amerîkî tekez kir, ku êrîşeke mûşekî bo ser baregeheke me li Sûriyê hatiye kirin û êrîşa li ser baregeha me li Sûriyê bi firokeyên bê firokevan pêk nehatiye.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

750 ENDAMÊN MILÎSÊN HIZBULAH GIHÎŞTIN LAZIQIYÊ.

Bi sedan endamên milîsên Hizbulaha Libnanî gihîştin çiyayên gundewarê Laziqiyê ji bo lidarxistina perwerdên şer. …

Leave a Reply

Your email address will not be published.