المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BALYOZXANEYA AMERÎKAYÊ DAXWAZA AGIRBESTÊ LI SERANSERÊ DIKE

0 124

Balyozxaneya Amerîkayê daxwaza agirbestê li seranserê Sûriyê dike

 

Balyozxaneya Amerîkî li Şamê di roja Sêşemê bang li Rûsya û rêjîma Sûrî kir ku êrîşên li ser bakurê rojavayê Sûrîyê rawestînin, hevdem digel çaremîn salvegera rêkeftina agirbestê li herêmê.

 

Balyozxaneyê di daxuyaniya xwe ya li ser platforma “X” de wiha got: “Em bang li Rûsya û rejîmê dikin ku dawî li êrîşên xwe yên hovane yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin.”

 

Her wiha daxwaz ji hemû aliyan kir ku pabendî agirbestê li seranserî Sûriyê bibin û şert û mercên pêwîst ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî ji aloziyê re pêk bînin.

 

Beriya çend rojan, balafirên şer ên Rûsyayê, cihên derdora bajarê Elbab li gundewarê rojhilatê Helebê kirin armanc, li gorî jêderên xwecihî, yekem êrîşa Rûsî derdora bajarê Babê kir armanc. Êrîşên duyemîn û sêyemîn gundê Elhedes û derdora wê kirin armanc.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.