المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Balefirên Tirkiya deverên Kurdistana Sûriyê dikin armanc ..

0 145

Îro roja duşemê 25ê berçileya 2023an, balafirên şer yê Turkiyê çend navend û cih li bajarê Qamişlo û Kobanê û Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê kirin armanc.

Balafirên çengî yên Turkiyê danê sibehê çend êrîş li taxên bajarê Qamişlo pêk anîn, taxa Elayê, Enteriyê, Um Elfirsan, û çapxaneya Sîmav li taxa Meyselûn, û di encamê vê bombabarankirinê de hejmarek kesên sivîl şehîd û birîndar ketin .

Û herwiha navê sivîlên ku di çapxaneya Sîmav de canê xwe ji dest dane ev in:

Rêvebirê çapxaneyê “Ferhan Xelef.
Bêrîvan Zûbêr.
Riyad Hesen Hemo .
Ferhan Temê.
Rênas Hisên .
Hisên Ehmed.

Û hejmarek birîndarbûn û heta niha navê wan nehatiya diyarkirin.

Û herwiha li gorî jêderên xwecihî dana zanîn ku cihên li Qamişlo hatine armanckirin ev in:

Cihên Xanûber û Avahiyan li Zinara Bakur.
Westgeha Tirênê.
Kargeheke Dirûtinê.
Aşê Rojhilatî.
Kargeheke Çimento li Gundê Şorik.
Çapxaneya Sîmav.
Û cihek li Taxa Elayê.

Û tê zanîn ku di roja şmiyê de 23ê berçileya 2023an, Balafirên Turkiyê westgeha Uda ya petrolê li başûrê bajarê Tirbespiyê û herwiha navenda petrolê ya gundê “Bana Şikeftê” yê bajarê Dêrikê  bombebaran kirin.

Û heta niha balafirên Turkiyê di bombebarankirina bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê de berdewam e.

Ragihandina ENK_Sê

Leave A Reply

Your email address will not be published.