المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ARTÊŞA URDUNÊ BAREKE NARKOTÎKÊ YA KU JI SÛRÎ TÊ ASTENG DIKE..

0 217

Artêşa Urdunê hewlek ji bo qaçaxkirina barekî madeyên hişber ku ji Sûriyê dihat têk birin

Artêşa Urdinê ragihand ku wan kariye hewla derbasbûn û derbaskirina gemiyeke madeyên hişber li ser sînorê bakur ku ji Sûriyê dihat, têk bibe, herwiha hejmarek ji qaçaxçiyan jî birîndar kirin di dema sepandina qaîdeyên tevlîbûnê yên yekîneyên artêşê li wir.

 

Herwiha jêderekî serbazî da zanîn ku yekîneyên berteka lezgîn piştî çavdêrîkirina girûpê rêgezên tevlêbûnê bi kar anîn, ku bû sedema birîndarbûna hejmarek ji wan û yên mayî ber bi Sûriyê ve reviyan û got ku (63,000) hezar hebên Captagon û (588) Xurma heşîş hat dîtin û tiştên hatin desteserkirin ji bo rayedarên Karûbar hatin şandin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.