المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ:SILÊMAN OSO SEROKÊ ENKSê SEMÎNAREK SIYASÎ BIRÊVEBER.

0 150

AMÛDÊ:SILÊMAN OSO SEROKÊ ENKSê SEMÎNAREK SIYASÎ BIRÊVEBER.

Silêman Oso serokê ENKSê li Amûdê semînereke siyasî birêveber.

ENKSê xwecihiya Amûdê di roja, Yekşemê 8.9.2024an de, semînarek siyasî li ofîsa xwecihiyê lidarxist.

Her wiha bi amadebûna serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî birêz Silêman Oso û endamê desteya serokatiyê birêz Ebdulbarî Xelef herwiha girseyek ji xelkê herêma Amûdê amade bûn.

Di destpêkê de,serokê xwecihiya Amûdê birêz Îsmaîl Sînan bi xêrhatina mêhvan û amadebûyên rêzdar kir û wan vexwendî ji bo rêzgirtin ji giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û ji bo giyanê nemir Barzanî deqeyek rêzgirtinê kir.

Paşê,mamoste Silêman Oso behsa pêşhatên dawî yên li ser meydana Sûriyê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî kir.

Wî tekezî li ser ruhê kurdewariya gelê me li Amûdê kir û li kêleka Encûmena Niştimanî ya Kurdî disekinin.

Her wiha li ser êş û azarên gelê me yên di bin rêveberiya PYDê de û binpêkirinên wê li dijî gelê kurd û bi taybetî endam û alîgirên Encûmena Niştimanî, di nav de revandin, girtin û siyaseta devê qutkirin.

Mamoste Oso,bal kişand ser şert û mercên zehmet ên jiyana gelê Kurd

Li ser diyaloga Kurdî-Kurdî, asayîkirina hin welatan bi rejîmê re û bandora wê li ser herêmê axivî.

Herwiha di dawiyê de, amadebûyan bi destwerdan û pirsên xwe semînar dewlemend kirin

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.