المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE PDKSê SERDANA ROJNAMEVANA BÊRÎVAN ISMAÎL KIR

0 165

ŞANDEKE PDKSê SERDANA ROJNAMEVANA BÊRÎVAN ISMAÎL KIR

Şandeke Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê
serdana rojnamevana Bêrîvan Îsmaîl kir

Di roja duşemê, 9.9.2024an de, şandeke serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê serdana mala rojnamevana Bêrîvan Ismaîl li bajarê Amûdê yê Kurdistana Sûriyê kir.

Şanda Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê bi serokatiya sekreterê partiyê Mihemed Ismaîl û endamên ofîsa siyasî û komîteya navendî ya partiyê pêk dihat.

Çekdarên PYDê rojnamevana Bêrîvan Ismaîl di encumena xwecihî ya Amûdê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî de, piştî 3 mehan ji revandinê serbest berdan.

Çarenivîsa gelek siyasetmedar, kesayetiyên medyayî û çalakvanên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di zindanên PYDê de ne diyar e.

Ji dawiya adara borî ve, çekdarên PYDê 17 siyasetmedar, kesayetiyên medyayî û çalakvanên Encûmena Niştimanî ya Kurdî revandin, ku 11 ji wan hatin azadkirin, û çarenivîsa 6 kesên din ne diyar e, ji bilî 7 serkirde û çalakvanên navdar, di navbera salên 2012 û 2017an de hatine revandin.

Malbatên kurdên revandî ji çarenivîsa zarokên xwe di zindanên PYDê de ditirsin, nemaze ku hejmarek ji wan tûşî nexweşiyan dibin, ku hin ji wan nexweşiyên kevnar ên demdirêj in, di nav wan de Fethî Gedo û Husam Dorsen.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.