المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ:BI HELKEFTA ROJA ZIMANÊ KURDÎ RÊXISTINA PDKSê YA AMÛDÊ SEMÎNAREK LIDARXIST.

0 143

AMÛDÊ:BI HELKEFTA ROJA ZIMANÊ KURDÎ RÊXISTINA PDKSê YA AMÛDÊ SEMÎNAREK LIDARXIST.

 

Bi helkefta roja zimanê Kurdî, Rêxistina Amûdê ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya,di roja pêncşemê 16.5.2024an de,semînarek çandî lidar xist, ku ji aliyê helbestvan Ebdulsemed Mehmûd ve hat pêşkêşkirin.

 

Helkeft bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê bi serpereştiya Barzanîyê nemir, bi sirûda Ey Reqîb bi dengê koma folklorî ya Serxwebûn dest pê kir.

 

Helbestvan dest bi dîroka zimanê Kurdî kir û got ku ev roj ji bo gelê Kurd çiqas girîng e.

 

Her wiha behsa kovara Hawarê kir ku wek yekemîn kovara kurdî ya bi tîpên latînî,ya lêkolîner û zimanzan Celadet Bedraxan e.

 

Di dawîyê de jî bi dilekî vekirî bersiva hemû pirsên amadebûyan da.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.