المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ: YEKÎTIYA XWENDEVAN Û CIWANÊN DEMOQRATÎ KURDISTANÎ -ROJAVA XWEDEKARÊN SERKEFTÎ XELAT KIRIN.

0 211

Bi boneya deh saliya damezrandina Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava, şaxê Yekîtiyê yê Amûdê – Dirbêsiyê, komek ji xwendekarên serketî yên bawernameyên dibistana navîn û amadeyî li baregeha encûmena xwecihî ya Amûdê di 11/9/2023an de xilat kirin.

 

Piştî kêlîkek bêdeng ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê di serî de Mela Mistefa Barzanî yê nemir rêz hate girtin.

 

Pêşkêşvanê merasîmê birêz Idrîs Hac Tahir bi helbestên helbestî yên li ser xwendekar û Ciwanan dest bi merasîmê kir.

 

Paşê axaftina Yekîtiyê ji aliyê endamê Nivîsgeha Sekretariyê birêz Şifan Ibrahîm ve hate pêşkêşkirin

 

Piştre jî gotarek li ser rola xwendekar û ciwanan di civakê de ji aliyê mamostayê zimanê Kurdî M. Isma’îl Sînan ve hat pêşkêşkirin.

 

Her wiha di ahingê de, beşên curbecur ên helbest û stranan hatin pêşkêşkirin.

 

Herwiha Helbestek li ser xwendekaran ji hêla helbestvan Si’ûd Hisên (Bavê Tarî) ve hat pêşkêşkirin.

 

Sitranên Hunermend . Ehmed Derwîş.

 

Helbestên Koma Sîwan

 

Herwiha Ahing bi rêzgirtina komek ji xwendekarên serkeftî yên li ser bawernameyên navîn û amadayî bi dawî bû.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.