المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMERÎKA: EV DESTPÊKA BERSIVDAYÎNÊ YE Û EM ÊRÎŞÊN LI SER HÊZÊN XWE QEBÛL NAKIN.

0 155

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê tekez kir ku ew dê tedbîrên din werbigirin û êrîşên ku hêzên wan li Iraq û Sûriyê dikin armanc, nayên qebûlkirin.

 

[ ] Berdevkê Pentagonê Patrîk Rayder got: “Zêdetirî 80 ji nêzîkî 85 hedefên li Sûriye û Iraqê hatine rûxandin an jî bêxebite.”

 

Her wiha bal kişand ser wê yekê ku “Armanc navendên fermandariyê, navendên îstîxbaratê, embarên mûşekan, top û balefirên bêfirokevan û baregehên lojîstîkî û cebilxane jî hebûn.”

 

Rayder tekez kir ku ev destpêka bersivdayînê ye û dê tedbîrên din bên standin û êrîşên li ser hêzên Amerîkî nayên qebûlkirin û got: “Ez hûrgiliyên operasyonên paşerojê eşkere nakim, tenê bibêjim ku dê li gorî biryarê em bên cîbicîkirin,di dema ku em ê diyar bikin de wan bi cih bînin.”

 

 

Êvariya roja Înê, hêzên Amerîkî zêdetir ji 85 cihên milîsên Îranê li Sûriye û Iraqê kirin armanc, di çarçoveya bersivdana êrîşa 28ê Çile ya li ser binkeya “Tower 22”(Birc) li Urdinê, ku di encamê de 3 leşkerên Amerîkî hatin kuştin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.