Bi halkeftina nêzîk bûna sala Nû ya 2020 an, welatiyên bajarê Qamişlo amadekariyên xwe dikin ji bo pêşwaziya sersalê , û ji ber vê yekê li pêşiya gelek firoşgehekî di bazara bajêr de bi çirûskên ronahiyan hatina xemilandin û darên sersalê li kolanan hatine danîn,
û herwiha di derbarî şopandina me li bazara Qamişlo de li ser mijara tevgera welatiyan û rêjaya kirin û firotinê, bazirganiyek bi navê “Eymen Elî ” , ji me re ragihand û anî ziman : ” Isal li gorî salên borî geşbûna bazarê û rêjeya kirîn û firotinê baştir e , ji bilî alozî û astengiyên ku welatiyî têde derbas dibin li kurdistana sûriyê ji alîyê rewşa aborî ve, û bûhabûna nirxê hemû alavan û pêdiviyên pêwist yên sersalê,û herwiha li gorî vê yekê tevgera xelkê pir çalak û zêde dibe û bi taybetî di van rojan de, ku demjimêrên dirêj di nava bazarê de di gerin ji bo kirîna pêwistiyên sersalê ji şîrînahî û fêkiyên cur bi cur, da ku amadekariyên şeva sersalê bikin, û xweşî û şahiyê bixin dilê zarokên xwe de li ser hêviya aştiyê di sala Nû de , Û herwiha ji rexekî dî ve hemwelatiyên bajarê Qamişlo derbarî hatina sala 2020 an, we hêvî û omîdên xwe diyar kirin ku sala Nû de êdî şer li deverên me bi dewî were û aramî û aştî li ser miletê cîhanê de belav bibe û bi moralên geş û bi kêf û xweşî pêşwaziya Sala Nû bikin..
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî