المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Agirekî mezin li bazara Çelê ya li Duhokê ket.

0 80

Agirekî mezin li bazara Çelê ya li Duhokê ket.

 

 

Îro danê sibehê 1 ê Nîsana 2024an, Agirekî mezin li bazara Çelê ya li bajarê Duhokê rûda.

 

Berevaniya sivîl ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, roja Duşemê agirekî mezin li bazara Celê ya li navenda bajarê Duhokê ket, û di encamê de zirarên madî derketin.

 

Herwiha li gorî daxuyaniya Berevaniya sivîl ya Herêma Kurdistanê ku di encama vê bûyerê de zêdetirî 100 dukanên di nava bazarê de zirar dîtin , û di vemirandina agir de 30 tîmên hewarçûnê beşdarbûn ji bo kontirolkiran vemirandina agir .

 

Û di daxuyaniya Berevaniya sivîl hate diyarkirin ku di encama şewatê de 8 hemwelatî û 3 endamên berevaniya sivîl birîndarbûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

 

 

Ragihandina ENK_Sê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.