المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA DI NAVBERA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ-SÛRIYA Û PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ-SÛRIYA.

0 173

Di roja Sêşemê 28.12.2021ê de, Şandeke ji Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriyê bi serokatiya Mamoste: Silêman Oso sekreterê partiyê û endamtiya her yek ji M. EbdulÎlah Ocê cîgirê sekreter, M. Merûf Mela Ahmed, û M. Mihemed Mistefa û M. Ferhan Merî endamên ofîsa siyasî serdana ofîsa Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriyê li Qamişlo kirin.

Herwiha şand ji aliyê hevrêzê giştî yê tevgerê M.Fêsel Yûsif û her yek ji M. Kazim Xelîfê, M.Welîd Ferman û M. Feyrûşa Ebdurihman endamên Nivîsgeha Cîbicîkar û M. Resûl Umer endamê hevrêziya giştî ve, hatin pêşwazîkirin.

 

Herwiha Her du aliyan, tekezî li ser giringiya van civînan kirin, ji bo bihêzkirina yekrêziya helwestan ji bo xizmetkirina doza kurdî û dîtina Encûmena Niştimanî wek çarçoveyeke qebûlkirî ji bo parastina mafên gelê kurd.

Herwiha her du aliyan li ser rêyên pêşxistina ENKSê û mekanîzmayên ku dikarin bên dîtin ji bo aktîvkirina wê li ser bingeha pirensîpa beşdarbûn û sazîbûnê ya ku Encumen li ser hatiye avakirin û pêwîstiya kar bi hemû îmkanan û bi hemû pêkhateyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî re gotûbêj kirin, û tekezî li ser lêgerîna gihandina kongreya netewî ya çaremîn wek destpêkek nû ji bo Encûmena Niştimanî da ku bibe derbirînek bi bandor ji daxwaz û armancên gelê kurd re, û nêrînên her du aliyan di vî warî de nêzî hev bûn.

Herwiha hevdîtin bi awayekî zelalmendî, biratî û welatparêziya bilind serdest bû

Di dawiyê de, Her du alîyan li ser peywendiyên du alî û giringiya berdewamkirina van civînan gotûbêj kirin, ku dê Encûmena Niştimanî ya Kurdî bihêztir bike di xizmeta doza kurdî de.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.