Di êvara roja Înê de ,24.12.2021ê de,encûmena xwecihî ya Kornîş ya bi ser ENKSê ve,serdana ofîsa PYK-Sê li Qamişlo kirin.
Herwiha endamên xwecihiyê ji aliyê Sekreterê partiyê M.Silêman Oso û hejmarek ji endamên Komîteya Siyasî, Navendî û Herêmî ve, hatin pêşwazîkirin û gotûbêj di navbera her du aliyan de li ser mîkanîzma pêşxistina encûmenê û dîtina çareyan ji bo kêmkirina sistbûna ku di gelek aliyan de heye , hate kirin.
Herwiha di vê serdanê de,Oso bal kişand ser rewşa siyasî li qada Sûriyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî, di eniya pêş a danûstandinên kurd û kurd de, û kiryarên ku ji aliyê PYDê ve, têne meşandin.
Di civînê de, Oso bersiva çend pirsên endamên xwecihiyê yên girêdayî encumenê û rewşa siyasî da.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî