Duh Roja înê 10ê Berçilya 2021″an, li bajarê Girgê Legê M, “EbdelKerîm Mihemed ” endamê ofîsa Siyasî û berpirsê rêxistina giştî ya PDK-Sê semînarek siyasî û rêxistinî bi amadebûna hemû endaman li darxist..
Û herwiha di derbarê vê semînarê de babetên siyasî û rêxistinî hatin behiskirin..
Û M,” EbdelKerîm Mihemed ” bi awayekî berfireh ser rewşa Siyasî li deverê bi giştî û rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê gotûbêjkir..
Û di heman mijarê de ser dîyaloga kurdî kurdî de û helwesta partî derbarê girtina endam û alîgirên partî ji aliyê PYDê ve gotûbêjkir…
Û di dawiya vê semînarê de beşdaran pirsên xwe dane xuyakirin û ji aliyê M, EbdelKerîm Mihemed ” ve bi zelalî bersiva wan hate kirin..
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî