Friday, August 15, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

DIRBÊSIYÊ : 8EMÎN LI SER SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN EDNAN RUSTIM RE DERBAS DIBE…

November 24, 2021
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
455
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Di roja Çarşemê 24.11.2021ê de, bîranîna heştemîn li ser şehîdbûna pakrewanê şoreşa rûmet û azadiyê Ednan Rustim re derbas dibe.

Li gorî zaniyariyan û şopandina nûçegihanê me di derbarê, sedema pakrewanbûna pakrewan Ednan Rustim de.

Li gorî agahiyên taybet ;

Di şeva 25.3.2012an de, li bajarê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûriya, dema pakrewan Ciwan Elqutna hatibû revandin ji aliyê hêzên rêjîma Sûriya, û bi alîkariya melîsên bi ser wê ve.

Herwiha di wê demê de, xelkên bajarê Dirbêsiyê yên xwediyê rûmetê û baweriya wan bi azadiyê dihatin di  hawar û gazîbûna pakrewan Ciwan Elqutna de çûn û pakrewan Ednan Rustim yek ji wan kesên hawarçûnê bû.

Herwiha di wê demê de, pakrewan Ednan Rustim berî hemiyan gihişte cihê ku pakrewan Ciwan Elqutna hatibû revandin û kuştin.

Ji ber ku dema Pakrewan Ednan Rustim xwest nasbike sedema revandina pakrewan Ciwan Elqutna û kuştina wî ji bo çi ye ji aliyê yê wî revandibûn, lê mixabin kujerên wî di wê demê de, dixwestin gelacîk pir mezin çêkin di navbera xelkên bajarê Dirbêsiyê û tevgera kurdî ya siyasî.

Ji ber vê yekê, aliyên ku pakrewan Ciwan Elqutna revandibûn û kuştin, bi qontaxên çekên xwe yî hovane êrîşî pakrewan Ednan Rustim kirin û lêxistin heta ku marmiştiya (marpişt) wî şkenandin û xwîna wî jî pir herikî.

Herwiha ji wê demê de, pakrewan Ednan Rustim Çiqasî xwe îlac kir bê sûd bû û di nav ciya de ma û roj bi roj tenduristiya wî ket kêmayê.

Lê mixabin di 24.11.2013an de, çû ber dilovaniya XWEDÊ, û li gundê Şah Mensûr yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve li Kurdistana Sûriya hat bin ax kirin.

 

Hêjaye gotinê ku bi koçkirina pakrewan Ednan Rustim vê malbatê sê pakrewanê azadiyê danîn di şoreşa rûmet û azadiyê de.

-pakrewan Mişel Temo

-pakrewan Ciwan Elqutna

-pakrewan Ednan Rustim

 

Wek tê zanîn, îsal salvegera 8 emîn ya pakrewan Ednan Rustim vejandin bi awayekî serdana gora wî bû û wênê Elfatîha li ser giyanê wî hat xwendin ji aliyê malbat, xizim û dost û hevalên wî.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Mihemed Îsmaîl digel karmendên ragihanda PDK-Sê civînek bi rê ve bir

Nivîsa Paşîn

PIRTÛKA NIVÎSKARÊ KURD MÎRAL ZÎLANÎ LI HEWLÊRÊ YA BI NAVÊ ‘YEKÎTIYA KURDAN’ HATE ÎMZE KIRIN..

Nivîsa Paşîn
PIRTÛKA NIVÎSKARÊ KURD MÎRAL ZÎLANÎ LI HEWLÊRÊ YA BI NAVÊ ‘YEKÎTIYA KURDAN’ HATE ÎMZE KIRIN..

PIRTÛKA NIVÎSKARÊ KURD MÎRAL ZÎLANÎ LI HEWLÊRÊ YA BI NAVÊ 'YEKÎTIYA KURDAN' HATE ÎMZE KIRIN..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne