Tuesday, November 4, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

NAVEROKA HEVDÎTINA NÛNERÊN ENKSÊ YÊN DI ITÎLAFÊ DE BI ŞANDEK JI WEZARETA DERVE YA EMRÎKÎ RE ..

November 19, 2021
in Çalakî, Nûçe, Nûçeyên Kurdistanî
0
0
PARVEKIRIN
304
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Di roja pênşemê 18.11.2021ê de,di navbera şandeke Wezareta Derve ya Emerîka bi serokatiya Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Emerîkî Eysen Goldrîc û endamên wê Tîrî Filayin ‘ Randil kayîla û Pat Rîdî de.

Û şandek ji nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di Hevbendiya Niştimanî de li Sûriyê bi serokatiya Cîgirê Serokê Hevbendiyê Dr.Ebdul Hekîm Beşar û endamtiya her du endamên desteya siyasî ya hevbendiyê M. Ebdela Kedo û Dr. Zihêr Mihemed,civînek hat lidarxistin.

Herwiha di civînê de helwestên Emerîka li Sûriyê hatin gotûbêjkirin, ku ji aliyê Emerîka ve, di warê berdewamkirina derbasbûna alîkariyên mirovî, berdewamiya agirbestê li ser asta niştimanî, şerê li dijî DAIŞê û piştevaniya ji proseya siyasî li gorî biryara 2254.

Derbarê rojhilatê Firatê de jî, şanda encumenê behsa rewşa dijwar a jiyan û tenduristiyê ji ber belavbûna nexweşiya Korona, û belavbûna hejarî û bêkariyê, windakirina pêdiviyên bingehîn û xizmetguzariyan û bihabûna wan kir. wek nan, elektrîk, av, gaz û yên din.

Ji bilî berdewamiya binpêkirinên çekdar yên bi ser PYDê ve, ku têde revandina zarokan û girtina ciwanan ji bo leşkeriya neçarî, û herwiha berdewamiya proseya xwendinê li gorî bernameyên ku bi awayekî fermî nayên naskirin.

û berdewamiya girtina çalakvanên siyasî û medyayî yên ku ne bi ser siyaseta Partiya Yekîtiya Demokrat (PYDê) ve ne, û çarenivîsa windayan ne diyar e.

Herwiha Civîn rawestiya li ser sedemên rawestana diyaloga kurdî- kurdî, û asta berpirsiyariya PYDê di derbaskirina stûn û bingehên diyalogê de, bi taybetî tekezkirina serkirdeyên wê bi riya daxuyanî û helwestên xwe li ser berdewamiya pêwendiya xwe bi PKKê re,berevajiyê tiştên ku her du aliyên diyalogê li ser li hev kiribûn, ku tevahiya herêma kurdî ya li ser sînorê Tirkiyê dikeve ber metirsiya êrîşên Tirkiyê li ser xalên bicihkirina çekdarên PYDê û berfirehkirina wan.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

ŞANDEK JI PYDKÊ SERDANA OFÎSA XWECIHIYA ROJAVA YA HESEKÊ YA BI SER ENKSÊ VE KIR..

Nivîsa Paşîn

NAVEROKA HEVDÎTINA NÛNERÊN ENKSÊ YÊN DI ITÎLAFÊ DE BI WEZARETA DERVE YA TURKIYÊ RE ..

Nivîsa Paşîn
NAVEROKA HEVDÎTINA NÛNERÊN ENKSÊ YÊN DI ITÎLAFÊ DE BI WEZARETA DERVE YA TURKIYÊ RE ..

NAVEROKA HEVDÎTINA NÛNERÊN ENKSÊ YÊN DI ITÎLAFÊ DE BI WEZARETA DERVE YA TURKIYÊ RE ..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne