Tuesday, November 4, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Bîranîna 25emîn ser Şehîdbûna her du Xebatkarên kurd” Kemal Derwîş” û “Şêxmûs Yûsif” derbas dibe ..

November 2, 2021
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
227
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Di “3”ê, mijdara “2021”an ,salvegera “25”emîn derbas dibe li ser şehîdbûna her du xebatkaran “Kemal Ehmed Derwîş ” Emîndarê giştî yê berê ya partiya Demokrata kurd li Sûriyê Elpartî  , û herwiha xebatkar “Şêxmûs Yûsif “, endamê ofîsa Siyasî ya partiya Çep ,

Û herwiha ev kesayetên xebatkar têkoşer in bi netewayî û niştîmanperweriya xwe di hatin naskirin û bi kar û xebata xwe dikirin ji bo doza Azadiya mafê gelê kurd li Kurdistana Sûriyê ku bigihêje mafê xwe yê rewa .

 

Û herwiha hin zaniyarî li ser Jiyana her du têkoşerên kurd:

M,Kemal Ehmed Derwîş di sala “1939”, li bajarê Serê Kaniyê ji dayîk bûye, û xwendina xwe ya seretayî û amadayî li dibistanên parêzgeha Hesekê bi dawî kir, û piştre ew li zanîngeha Helebê bawernameya Yasa wergirt.

 

Û herwiha di derbarê karê xebatkar “Kemal Ehmed Derwîş” di warê Siyasî de:

– Di sala “1958”, tevlî tevgera kurdî û nava refên partî bû.

– Di sala “1970”an de, wekî endamê komîteya herêmî hat hilbijartin.

– Di sala “1977” an de, ji bo endamê komîteya navendî hat hilbijartin.

– Di sala “1979” an de, wek sekirtêrê giştî yê partî Demoqiratî hat hilbijartin , û herwiha di karê sekirtariyê de berdewam kir ta sala “1995”, û piştre di kongirê 7an  de ku di buhara “1995”, hat li darxistin, û têde hate hilbijartin ji bo emîndariya giştî ya vê partiyê.

Û herwiha di hilbijartinên civîna” 5 “emîn de ya asayî ya Perlementoya Sûriyê de, Xebatkar “Kemal Ehmed Derwîş “, wekî nûnerê partî û tevgera netewayî ya kurdî li sûriyê û wek endamê meclisa gel ya Sûriyê hat hilbijartin.

 

Û herwiha ji rexekî dî ve hin zaniyarî li ser Dîroka xebatkar “Şêxmûs Yûsif ”..

 

: Di sala” 1948″, an li gundê “Elqetraniyê “, yê girêdayî bi navçeya “ÇilAxa “ve ji dayik bûye , û bi niştîmanperweriya xwe di hat naskirin.

– Di sala “1965” an, beşdarî nava refên Partiya Çep ya kurdî bû.

– Di sala “1987”, endamê komîteya navendî hat hilbijartin.

– Di sala “1993” an de wek endamê ofîsa siyasî ya vê partiyê hate hilbijartin.

Û herwiha tê zanîn ku di roja “3 “mijdara sala” 1996 “an , her du Xebatkar çûbûn Hesekê ji Karekî û xebatekê ji Gelê kurd re bikin lê ew rastî bûyereke tirafîkê bûn li ser rêya Hesekê, û di encama vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dan û bi merasîmeke geş ji aliyê milet û partiyên siyasî ve li goristana ( Qidûr bek), li Qamişlo bi axê hatin spartin.

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Amarên dawî ji nexweşiya Covîd 19 li kurdistana Sûriyê

Nivîsa Paşîn

XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

Nivîsa Paşîn
XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne