Şandek ji rêxistina Domîz ya bi ser partiya Demokrata Kurdistan Sûriya ve serdana malbata xwendekara serkeftî ” Hêlîn Ehmed Mihemed ” kirin bi boneya serkeftina wê di ezmûnên pola 12an û bi destxistina puaneke bilind ….
Û herwiha ev şand ji endamê ofîsa siyasî û berpirsê rêxistina Domîz ya PDK-S M, ” Mihemed Elî Ibrahîm ” û hin endamên komîteya herêmî û endamên komîteya çand û ragihandinê pêk dihat…
Û herwiha ji rexekî dî ve di vê serdanê de M, ” Mihemed Elî” gotinek pêşkêşkir û têde rol û giringiya xwendinê di pêşketin û avakirina welatan de û bi taybet di vê qonaxa hestiyar de anî ziman û herwiha hêviya serkeftinê ji xwendekar ” Hêlîn re xwest ….
Û piştre M, Mihemed Elî” diyariyeke pîrozbahiyê pêşkêşî xwendekara serkeftî ” Hêlîn Ehmed ” kir …
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî