Îro roja yekşemê 17ê Cotmeha 2021″an, serokê Herêma kurdistanê ” Nêçîrvan Barzanî” li gel Mîrê Qeterê re Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî re li Dohayê çiviya…
Û herwiha li gel serowezîrê Qeterê Şêx Xalid Bin Xelîfa El Sanî ” re jî çiviya…
Û diho jî serok ” Nêçîrvan Barzanî” li gel wezîrê Derve û çîgirê serokwezîrê Qeterê ” Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî ” re jî çiviya..
Û di derbarê van çivînan de li ser pêşxistin û bihêzkirina peywendiyên dewleta Îraq û Herêma Kurdistanê li gel Qeterê û herwiha bi taybatî rewşa Sîyasî û aborî ya Îraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin…
Û herwiha hêjaya were gotin ku duh roja şamiyê 16ê Cotmeha 2021″an, bi serdaneke fermî serokê Herêma Kurdistanê ” Nêçîrvan Barzanî” gihiştbû bajarê Dohayê paytexta Qeterê û bi bilindkirina alaya Kurdistanê serok ” Barzanî ” hat pêşwazîkirin…
Ragihandina ENKS
Qamişlo…Hêvî Delî .