Duh roja şemiyê 2ê Cotmeha 2021an, rêxistina Domîz ya bi ser PDK-Sê ve konê şîna pêşmerge ” Hisên Mihemed ” danîn, û ev yek bi beşdarbûna nûnarên partiyan û encûmena niştîmanî û pêşmergeyan..
Û tê zanîn ku duh termê pêşmerge eqîd ” Hisên Mihemed Hemza” û endamê desteya rawêjkarî ya PDK-Sê gihişt herêma kurdistanê û li goristana şaxikê ya bi ser parêzgeha Dihokê ve bi xakê hat spartin…
Û ji rexekî din ve ku Eqîd” Hisên Hemza” piştî ku rastî nexweşiyeke giran hatibû, hikûmeta Herêma Kurdistanê ew ji bo welatê Hindistanê şand da ku çareserieke bijîşkî wergire û neştegerî jê re were kirin, lê di roja duşemê di 20ê Êlûnê de koça dawî kir …
Û duh di 2ê Cotmeha 2021″an de, termê wî gihişt Herêma kurdistanê û bi merasîmek geş ji aliyê pêşmerge û partî û kesûkarên wî li goristana “Şaxikê” ya bi ser parêzgeha Dihokê ve bi axê hat spartin…
Û herwiha hêjaya were gotin eqîd” Hisên Mihemed Hemza” endamê desteya rawêjkarî ya PDK-S ê, di sala 1964an, li gundê ” Goliya” yê bi ser navçeya Raco li Efrînê yê kurdistana Sûriyê ji dayîk bûye , û di sala ” 2013″ an , koçberî Herêma kurdistanê bû , û di sala ” 2017″ tevlî refê pêşmerge bû û bi îman û beweriyeke bi hêz di kar û xebata xwe di xizmeta doza azadî û netewayî de berdewam bû …
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî